Laziqîye-SANA
Fermandarîya Ewlekarîya Hundirîn li Laziqîyê, Elî Ezîz Sebîre girt, ku yek ji serkêşên herî diyar ên şaneyên ku operasyonên terorîstî yên xalên Ewlekarîya Hundirîn û Artêşa Sûrîyê dikirin armanc pêk anîne, her wiha wî şaneyên din jî çekdar dikirin.
Wezareta Hundirîn diyar kir ku ev operasyon piştî şopandin û dûvçûneke hûrbîn hatîye encamdan, û amaje kir ku pêwendîya wî bi kesayetin ku tawan pêk anîne re heye.
Lêpirsînên destpêkê nîşan didin ku wî di dema rejîma berê de binpêkirin dermafê sivîlan de pêk anîne. Wî karê xwe di nav mîlîşîyaya “Berevanîya Niştimanî” (Difa el-Wetenî) de dest pê kirîye û beşdarî di serkutkirina xwepêşandanên aştîyane de kiriye. Piştre, di sala 2014an de tevlî “Firqa Çarem” bûye û di gelek şeran de cih girtîye, û heta dema rizgarkirinê berdewam maye.