Dêrezor-SANA
Emîndarîya Giştî ya Parêzgeha Dêrezorê îro Çarşemê bang li hemû karmendên berê yên rêxistina HSDê kir ku di desteyên kargerî, aborî û hemû sektorên kargerî, xizmetguzarî, sivîl û sazîyên ser bi HSDê ve di hundirê parêzgehê de dixebitîn, ku serdana avahîya parêzgehê bikin. Ev serdan ji îro û heta 7ê Sibata bê berdewam dike, bi mebesta sazkirina rewşa wan (teswîye) û bidestxistina stûpakîya kargerî û darayî.
Emîndarîyê dîyar kir ku armanca vê serîlêdanê hevberkirina erkên ku hatine kirin, kontrolkirina berpirsiyarîyên kargerî û darayî û radestkirina her belge, tomar, mal û milk an jî emanetên ku di destê wan de bûn e.
Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku serîlênedan di dema dîyarkirî de wekî binpêkirineke îdarî tê hesibandin û dê li gorî sîstemên heyî rêkarên hiqûqî û rêkxistinî yên pêwîst li hember kesên paşvemayî werin girtin. Her wiha hat bibîrxistin ku cihê serîlêdanê avahîya Emîndarîya Giştî ya Parêzgeha Dêrezorê ye.