Şam-SANA
Wezareta Veguhastinê ya Sûrîyê, bi rêya peywendîya vîdyoyî Komxebateke Rahênanê li ser bikaranîna teknolojîya nûjen di nirxandina rewşa rûyê rêyan de li dar xist. Komxebat li avahîya Sazîya Giştî ya Rêyên Veguhestinê li Şamê, bi beşdarîya rêveberên navendî û endezyarên pispor hate encamdan.
Endezyar Îyad Remezan ji Wezareta Veguhastinê ya Federal a Almanyayê, ezmûna Almanyayê di vî warî de pêşkêş kir. Wî mekanîzmayên komkirina zanyarîyan, analîzkirin û dabeşkirina rewşa rêyan li gorî nîşandên teknîkî yên hûr şirove kirin, ku ev yek alîkarîyê dide destnîşankirina karên ku bêhtir hewcedarî bicihanînê ne.
Wezîrê Veguhastinê Ye’rub Bedir tekezî li ser giringîya sûdwergirtina ji ezmûnên navdewletî, nexasim pisporên sûrî yên li derveyî welat kir; ji bo danîna programên hûrbîn di dema ku rewşa aborî ne alîkar e.
Li alîyê din, Rêveberê Giştî yê Sazîyê Muaz Necar, bal kişand ser giringîya teknolojîyên Almanyayê yên pêşketî û îmkanên pevguhertina ezmûnan û seredanên meydanî bo Almanyayê.
