Heleb-SANA
Komîteya Navendî ya Bersivdana Helebê, bi hevahengîya ligel rêxistinên Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku karwanekî ji 24 barhilgiran ku bi madeyên bijîşkî, hewarçûn û lojîstîk barkirî ye, ber bi devera Kobanîyê (Eyn El-Ereb) li gundewarê parêzgeha Helebê ve hat şandin, bi armanca piştgirîkirina pêdivîyên mirovî û xizmetguzarîyê yên şênîyên li wir.
Rêveberîya Ragihandinê ya Helebê di daxuyanîyeke rojnamevanî de îro Yekşemê got: “Ev pêngav piştî dirêjkirina dema agirbestê ji bo 15 rojan tê, û ev yek ji ber girîngîya ku dewleta Sûrî dide garantîkirina berdewamîya xizmetan ji bo welatîyan û dabînkirina pêdivîyên wan ên bingehîn bi hevkarîya rêxistinên navdewletî, heta ku sazîyên dewleta Sûrîyê derbasî herêmê bibin piştî valakirina wê ji dîmenên leşkerî yên giran, û avakirina hêzeke ewlehîyê ji şênîyên bajêr, ligel hîştina hêzeke polîsên xwecihî ku ji alîyê îdarî ve girêdayî Wezareta Navxwe ya Sûrîyê be.”
Herêmên ku dewleta Sûrîyê lê belav bûye li nahîyeya Sirînê ya ser bi devera Kobanîyê (Eyn El-Ereb), bûn şahidln vegera piranîya niştecihan bo malên wan, piştî ku hêzên Ewlehîya Hundirîn li herêmê belav bûn û sazîyên hikûmetê dest bi karê xwe kirin.











