Heleb-SANA
Parêzgarê Helebê, Ezam El-Xerîb, li gel berpirsê herêma Etaribê Ferhan El-Kiwêder, gereke çavdêrîyê li gundewarê rojavayê Helebê pêk anî. Vê gerê hejmarek kampan li xwe girt, ji bo dîtina rewşa şênîyên ku ji ber sûcên rejîma berê bi neçarî hatine koçberkirin û naskirina pêdivîyên wan ên bingehîn.
Parêzgeha Helebê îro Şemîyê bi rêya malpera xwe ya Telegramê ragihand ku di gerê de rewşa xizmetguzarîya di nava kampan de hat nirxandin û materyalên germkirinê û alîkarîyên xwarinê ji malbatên koçber re hatin pêşkêşkirin.
Parêzgarê Helebê di dawîyê de jî tekez kir ku parêzgeh hewl dide dawî li êş û azarên malbatên koçber bîne û kar dike ku wan di zûtirîn dem de vegerîne malên wan.




