Reqa-SANA
Wezareta Dadê ya Sûrîyê ragihand ku piştî bidawîbûna proseya radestkirina girtîgeha El-Eqtanê li Parêzgeha Reqayê û derketina milîsên HSDê ji wir, girtîgeh bi rengekî fermî ji hêla alîyên ewlehîyê yên peywendîdar ve hat wergirtin. Ev pêngav di çarçoveya sepandina serwerîya dewletê û vegerandina sazîyan bo ser karê wan li gorî qanûnê pêk hat.
Wezaretê di daxuyanîyekê de êvara îro Înê tekez kir ku silametî û ewlehîya girtîyan tê parastin û hemû rêkarên pêwîst ji bo misogerkirina mafên wan ên mirovî û qanûnî hatine wergirtin. Her wiha dosyayên wan bi hûrgulî tên nirxandin daku dadwerî û serwerîya qanûnê pêk were.
Wezaretê destnîşan kir ku ew dê bi berpirsîyarî û zelalî şopandina vê dosyeyê bidomîne daku maf werin parastin û bawerî bi sazîyên dadwerî xurt bibe. Wezaretê malbatên girtîyan piştrast kir ku van komîteyên dadwerî yekser dest bi karê xwe kirine.
Di heman çarçoveyê de, Cîgirê Wezîrê Navxwe Lîwa Ebdulqadir Tehan li rewşa girtîgehê û rêkarên ewlekarîyê nêrî û tekezî li ser pêdivîya pabendbûna tevahî bi rênimayên qanûnî û bilindkirina asta amadebaşîya ewlehîyê kir.