Reqa-SANA
Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Sûrîyê Lîwa Ebdulqadir Tehan, bi amadebûna Gerînendeyê Giştî yê Girtîgeh û Reformxaneyan Emîd Zîyad Ebû Ras û Fermandarê Ewlehîya Navxwe li parêzgehê Mihemed El-Edhan, gereke meydanî li girtîgeha El-Eqtanê ya parêzgeha Reqayê pêk anî. Ev serdan piştî ku wezaretê girtîgeh ji hêzên rêxistina HSDê wergirt, hat kirin.
Cîgirê Wezîrê Navxwe tekezî li ser girîngîya şopandina berdewam a rewşa girtîgehê û pabendbûna bi pîvanên mirovî yên navneteweyî kir.
Wezaretê îro di demeke zûtir de dabû xuyakirin ku Rêveberîya Girtîgeh û Reformxaneyan girtîgeha El-Eqtanê li parêzgeha Reqayê – ku di bin kontrola rêxistina HSDê de bû – wergirtiye. Wezaretê yekser dest bi lêkolîneke hûr û giştgir li ser rewşa girtîyan û dosyayên wan ên kesane û dadwerî kir, daku rêkarên qanûnî li ser hemû girtîyan were sepandin.
Her wiha tîmên pispor ji Rêveberîya Têkoşîna li Dijî Terorê û alîyên peywendîdar hatin erkdarkirin ji bo parastin û misogerkirina ewlehîya girtîgehê û kontrolkirina rewşa wê ya navxweyî.


