Gundewarê Şamê-SANA
Fermandarîya Ewlekarîya Hundirîn li parêzgeha Gundewarê Şamê, bi hevkarîya Rêveberîya Têkbirina Terorê, tawanbar Emîd Ratib Elî Ẍanim girt, yê ku berê di navbera salên 2010 û 2014an de wek alîkarê serokê Şaxa Seʼseʼê kar dikir.
Wezareta Hundirîn bi rêya kenala xwe ya Telegramê zelal kir ku lêkolînên destpêkê nîşan didin ku navborî berî bibe alîkarê serokê Şaxa Seʼseʼê, di gelek postên ewlehîyê de cih girtîye; wek serokê Şaxa Ewlekarîya Leşkerî li bajarê Hesekê, ku bi biryareke rasterast ji alîyê tawanbar Beşar Esed ve hatibû erkdarkirin.
Di wê heyamê de, destê wî di serkutkirina xwepêşandanan û girtina hejmareke mezin a welatîyan de hebû, û awayên hovane û tawankarî li dijî herêmên di bin rêveberîya xwe de bikar anîne, di nav de binpêkirina maf û azadîyên bingehîn ên welatîyan.
Wezaretê destnîşan kir ku kesê girtî ji bo temamkirina lêpirsînan radestî Rêveberîya Têkbirina Terorê hatîye kirin, da ku piştre bişînin dadgeha peywendîdar û cezayên yasayî bibîne.