Şam-SANA
“Rola têkder a Partîya Baasê di perçekirina civaka Sûrîyê de”, sernavê semînereke Dr. Mahir Abidîn bû ku îro ji hêla Navenda Çandî ya Edewî ve hat lidarxistin. Di semînerê de qonaxên sîyaseta vê partîyê, nexasim piştî destdanîna ser desthilatê di encama derbeya Adara 1963an de li Sûrîyê, hatin nirxandin.
Abidîn di destpêka semînerê de dîyar kir ku vegerandina vê qonaxê ji dîroka nû ya Sûrîyê xwedî girîngîyeke mezin e ji bo hişyarkirinê, da ku rê neyê dan ku ezmûna Baasî bi navên cuda dubare bibe.
Dr. Mahir Abidîn destnîşan kir ku Sûrîyê piştî derbeya Hafiz Esedê tawanbar di sala 1970an de, ji dîktatorîya kesekî ber bi dîktatorîya partîyê ve çû. Ev yek di damezirandina rêxistinên “Pêşeng” (Telai’) û “Ciwanên Şoreşger” (Şebîbe) de dîyar bû; her wiha ramanên wekî “dilsozîya ji bo partîyê û serokê wê pîvana niştimanperwerîyê ye” hatin çandin û bîrdozîya Baasê di nav rêbazên perwerdehîyê de hat sepandin.
Li gorî dîtina Abidîn, yek ji encamên herî metirsîdar ên sîyaseta Baasê, kontrolkirina xwendina bilind bi rêya ramana “leşkerîkirina civakê” û avakirina mîlîsên çekdar bi navê “Tabûrên Baasê” (Ketayîb El-Baas) bû.

