Hesekê-SANA
Rêveberîya Ragihandin û Têkilîyan a Wezareta Parastinê ragihand ku hêzên Artêşa Sûrîyê kargeheke çêkirina teqemenî û cebilxaneyên dronan li nêzîkî derîyê Ye`rûbîyê (Til Koçer) li gundewarê Hesekê dît.
Rêveberîyê eşkere kir ku di nav kargehê de hejmarek dronên Îranî hebûn ku rêxistina “HSD”ê xwe amade dikir wan bi teqemenîyan bar bike. Hat destnîşankirin ku artêşê yekser dest bi paqijkirin û ewlekirina wê derê kir.
Rêveberîyê li dawîyê jî anî ziman ku di dema paqijkirinê de, rêxistina “HSD”ê bi droneke xwekuj kargeh armanc girt; ev yek jî bû sedema teqîneke mezin û di encamê de 7 leşkerên artêşê şehîd bûn û 20 leşkerên din ên ku li derdora kargehê bûn birîndar bûn.