Hesekê-SANA
Wezareta Hundirîn tekez kir ku Hêzên Ewlekarîya Hundirîn dest bi kontrolkirina rewşê li Kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê kirine, piştî ku dever ji alîyê Artêşa Erebî ya Sûrîyê ve hat parastin, ev pêngav piştî vekişîna HSDê û hiştina kampê bêyî ti parastinekê hat, wek hewildanekê ji bo peydakirina alozîyê û rêdayîna kesên di hundirê kampê de jibo birevin.
Wezaretê di daxuyanîyekê de îro Sêşemê destnîşan kir ku ev kiryar di çarçoveya planeke mukum a Wezareta Hundirîn de tê, bi mebesta xurtkirina ewlehî û aramîyê û kontrolkirina rewşa ewlehîyê li herêmê.
Ji aliyê xwe ve, Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrîyê ragihandibû ku rêxistina HSDê parastina Kampa Holê berdaye û bi vê yekê rê daye girtîyên di hundir de ku derkevin, desteyê piştrast kir ku artêş wê bi hevkarîya Hêzên Ewlekarîya Hundirîn bikeve herêmê û ewlehîya kampê dabîn bike.




