Gundewarê Şamê – SANA
Wezareta tenduristîyê îro bi hevkarîya rêxistina tenduristîyê ya cîhanî klînîka “dergehê başbûnê” ji bo dermankirin û parastina ji îdmanê, li navenda tenduristîyê ya Dareyayê li gundewarê Şamê vekir.
Ev klînîk xizmetên piştgirîya derûnî û civakî bi rêya parastin, eşkere kirin, şopandin û nirxandina rewşên îdmanê pêşkêş dike, û dest bi dermankirina rewşên hêsan dike û rewşên pêşketî dişîne nexweşxaneyên pispor.

