Hesekê-SANA
Desteya Operasyonan a Artêşa Sûrîyê ragihand ku rêxistina HSDê dest ji parastina Kampa Holê berdaye û kesên ku tê de girtî bûn azad kirine.
Desteyê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku Artêşa Sûrîyê bi hevkarîya Hêzên Ewlehîya Hundirîn dê derbasî herêmê bibe û ewlehîya wê dabîn bike.
Li dawîyê jî, Desteyê tekez kir ku ew bi awayekî tevahî pabendî parastina gelê me yê Kurd û parastina ewlehîya wan e, lewra artêş keleha hemû Sûrîyan e û armanca wê vegerandina aramîyê û parastina sazîyên hikûmî ye.