Şam-SANA
Rêveberîya Ewlehîya Hundirîn li Senemênê, bi hevkarîya Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê li Derayê, “Wesîm Terxan Hemdan” û “Adil Reşîd Merî’” girtin; ku her du fermandarên berê yên di dezgea Ewlehîya Leşkerî ya ser bi rejîma borî ve bûn li bajarokê Kefer Nasic.
Lêkolînên Wezareta Hundirîn (bi rêya Telegramê îro Sêşemê) eşkere kirin ku “Wesîm Terxan Hemdan” berpirsê lêkolînan bû di dezgehê de, di dema ku “Adil Reşîd Merî” serokatîya dezgehê heta sala 2017an dikir, berî ku bibe serokê beşa Ewlehîya Leşkerî li Senemênê.
Wezaretê dîyar kir ku lêkolînan tevlîbûna wan di serkutkirina xwenîşandanên aştîyane de eşkere kiriye, û da zanîn ku her du girtî ji bo temamkirina lêpirsînên pêwîst û girtina tedbîrên yasayî derbasî Rêveberîya Têkoşîna li Dijî Terorê hatine kirin.