Şam-SANA
Wezareta Enerjîyê kiryarên tawankarî û êrîşên dubareyên ku rêxistina HSDê li dijî binesazî û dezgehên giştî li gundewarê Helebê yê rojhilat pêk tîne şermezar kirin, û hişyarî da derbarê karesateke mirovî û çandinîyê ku gefawê li ser herêmê heye.
Wezaretê di daxuyanîyekê de eşkere kir ku komên ser bi rêxistinê ve, sibeha Sêşemê bi ser stasyona “El-Babîrî” de girtine û karkerên wê di bin gefa çekan de neçar kirine ku beşekî dinji makîneyên dana avê bi zorê bidin xebitandin. Ev wekî kiryareke wêrankere ku armanca wê binavkirina kenala sereke û rûxandina wê ye, bi taybetî bi derfetdîtina mercên keşûhewayê û werzê baranê.
Di daxuyanîyê de her wiha hat dîyarkirin ku rêxistinê pira “Ebû Tîne” ya li rojhilatê Dêr Hafirê teqandiye, ku bûye sedema rawestandina dergehên giringên kontrolkirina herikîna avê, û her wiha rêyên gihîştina cihê bûyerê hatine birîn.
Wezaretê “HSD” berpirsyara tam dît di ber zîyanên kenala sereke û binavbûna nêzîkî 8000 hektar ji zevîyên çandinîyê de.