Îdlib û Hema-SANA
Tîmên Berevanîya Sivîl a Sûrî li bajarên Îdlib û Hemayê karên meydanî, ji bo derbaskirina zîyanên ku ji encama barîna barana zêde ya ku roja Duşemê çêbûne, pêk anîn.
Berevanîya Sivîl a Sûrî îro Sêşemê li ser kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku bersivdana tîmên wan, valakirina ava li ser rêyan kombûyî, kişandina tirimbêlên asêmayî li bajarê Harim li gundewarê Îdlibê û vekirina rêyên avê li bajarokê El-Hiweyce li parêzgeha Hemayê li xwe girt, ku ev yek bû sedema rêgirtin li kombûna ava baranê û hêsankirina tevgera sivîlan.
Her weha tîman li kampên El-Tewhîd û El-Xensa li Îdlibê rêyên avê vekirin, ji bo ku rê li gihîştina avê bo konan bigirin û xelkê ji zîyanan biparêzin.