Heleb-SANA
Fermandarê Ewlekarîya Hundirîn li Parêzgeha Helebê, Eqîd Mihemed Ebdulxenî, bi rîspî û nûnerên taxên Şêx Meqsûd, Eşrefîyê û Benî Zeydê re civîya. Ev civîn di çarçoveya hewldanên şopandina rewşa ewlehîyê û çespandina aramîyê hat, piştî derketina rêxistina HSDê ji van taxan.
Endamê Têkilîyên Giştî di Fermandarîya Ewlekarîya Hundirîn li Helebê Mihemed Şebîb, di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihana SANAyê dîyar kir ku pêngavên herî girîng ên ku fermandarîyê ji bo ewlekirina taxan û piştrastkirina şênîyan li ser vegera aramîyê girtine,li ber kesayet û rûspîyîn taxan hatin raxisin. Şebîb her wiha bal kişand ser cihêrengîya beşdaran ku tê de Kurd, Ereb û Tirkmenên şênîyên van taxan amade bûn.
Di heman çarçoveyê de, Komîteya Navendî ya Bersivdana Helebê, bi serokatîya Parêzgarê Helebê Ezam El-Xerîb, duh roja Duşemê li avahîya Parêzgeha Helebê civîneke hevahengîyê pêk anî, ku ji bo gotûbêjkirina lezkirina vegera şênîyan bo malên wan li her du taxên Eşrefîyê û Şêx Meqsûd hatibû terxankirin.

