Heleb-SANA
Parêzgarê Helebê Ezam El-Xerîb tekez kir ku alîyên peywendîdar karên xwe yên meydanî bi berdewamî dişopînin ji bo çespandina ewlehîyê û misogerkirina vegera jîyana asayî li hemû taxan. Wî xelkê bajarê Helebê piştrast kir ku rewşa ewlehîyê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê hêdî hêdî ber bi aramîyê ve diçe, da ku bajar vegere rewşeke ewle û aram.
Parêzgar di parvekirinekê de li ser platforma Xê got: “Rûpela fikarê hat girtin û Heleb îro bi xelkê xwe ewle ye, bi yekîtîya wan bihêz e û bi vîna wan hatiye parastin.” Her wiha destnîşan kir ku “Heleb îro ewle ye û siberoja wê bi îzna Xwedê wê aramtir be.”