Şam-SANA
Wezîrê Tenduristîyê Museb El-Elî çavdêrîya rewşa birîndaran û xizmetguzarîyên bijîşkî yên ku ji wan re tên pêşkêşkirin li nexweşxaneya El-Razî li bajarê Helebê kir. Ev serdan piştî alozîyên dawî û bûyerên xemgîn ên ku bajêr dîtin pêk hat, ku di encamê de bi dehan sivîl hatin kuştin û birîndarkirin.
Her wiha Wezîr El-Elî serdana Navenda Tenduristîyê ya Eşrefîyê û Navenda Taybetmend a Eşrefîyê ya ji bo Nexweşîya Şekir li heman taxê kir. Wezîr tekez kir ku ew li ser xurtkirina lênêrîna tenduristîyê ya bingehîn li taxên niştecihbûnê dixebitin, da ku xizmetguzarîyên tenduristîyê bigihînin welatîyan li her derê.
Wezareta Tenduristîyê ya Sûrîyê duh di daxuyanîyekê de piştrast kiribû ku wan amadebaşîya herî bilind li hemû nexweşxaneyên dewletê û navendên tenduristîyê li bajarê Helebê berdewam kiriye, bi awayekî ku berdewamîya pêşkêşkirina xizmetguzarîyên tenduristîyê yên jîyanparêz misoger bike.