Heleb-SANA
Jêdereke Desthilata Sûrîyê ji SANAyê re ragihand ku Hêzên Ewlekarîya Hundirîn, bi hevahengîya bi Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrî re, amadekarîya vekirina korîdoreke ewle dikin ji bo derketina hêzên rêxistina HSDê ji cihên xwe yên li taxa Şêx Meqsûd ber bi bakurrojhilatê welat ve.
Her wiha got: “Hêzên Ewlekarîyê û Artêşê dilê xelkê taxên Şêx Meqsûd, Eşrefîye û Benî Zeyd dixin cih ku piştî bidawîbûna operasyonên lêgerîna mînan û ewlekirina deverê, dê jîyan li van taxan vegere rewşa xwe ya asayî.”
Jêderê behsa van xalan jî kir: “Artêşê di rojên borî de kar kir ji bo kêmkirina metirsîyan di dema operasyona leşkerî de, ji bo parastina jîyana xelkê, îro bang li wan dike ku amade bin ji bo vegera li malên xwe piştî bidawîbûna operasyonên rakirina mînan û ewlekirina herêmê.”
Jêderê destnîşan kir ku otobûsên ku wê hêzên rêxistina HSDê veguhêzin, dest bi derbasbûna taxa Şêx Meqsûd kirine, wek amadekarîyê ji bo veguhastina wan ber bi bakurrojhilatê Sûrîyê ve.