Heseke-SANA
Şaxê Rêxistina Heyva Sor a Erebî ya Sûrî li Hesekê, alîkarîyên madî û bijîşkî li hejmarek malbatên herî hewcedar belav kirin.
Serokê şaxê rêxistinê Xidir El-Zahir, di daxuyanîyekê de ji bo ajansa SANAyê, dîyar kir ku 267 malbatên vegerîyayî û penaberên ku navên wan li cem Navenda Xizmetguzarîyên Civakî qeydkirî ne sûd ji wê alîkarîyê dîtin, û bêtir giringî bo malbatên ku xwedî pêdivîyên taybet, nexweşên bi nexweşîyên demdirêj û yên penceşêrê di nav wan de hene, hat dayîn.

Serokê şaxê rêxistinê tekez kir ku Heyva Sor bi rêya projeyên xwe yên mirovî û bi hevrêzkarîya ligel rêxistinên navdewletî yên hawarçûnê, berdewam e di pêşkêşkirina alîkarîyên cûrbecûr de bo malbatên herî hewcedar li hemû deverên parêzgeha Hesekê.
Hêjayî gotinê ye ku şaxê rêxistinê di dawîya meha Mijdara borî de, bi piştgirîya Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor, hejmarek pez wek bexşîn dabû 150 malbatên gundan ji bo başkirina rewşa wan a aborî.
