Şam-SANA
Komeleya “Xiras El-Xeyr” a mirovî, bi hevkarîya Navenda Şah Selman a Alîkarî û Karên Mirovî, qonaxa yekem a projeya nûjenkirina 34 dibistanên zîyandîtî li Sûrîyê bi dawî kir. Ev qonax çêkirina 60 polên xwendinê yên demkî li parêzgehên Îdlib û Helebê li xwe digire.
Rêvebirê projeyê endezyar Mihemed Cum’e dîyar kir ku di vê qonaxê de ode bi hemû pêdivîyên avakirinê û kelûpelên dibistanê hatine amadekirin, da ku jîngeheke fêrkirinê ya ewle û guncaw ji bo xwendekaran peyda bibe.

Cum’e bal kişand ser wê yekê ku ev proje wek bersivekê ji hejmara zêde ya xwendekaran li dibistanan, ku ji encama zirarên mezin ên gihîştine sektora perwerdeyê ye, hat.
Hêjayî gotinê ye ku rêjeya dibistanên zîyandîtî li Sûrîyê ji %40 derbas kiriye, û tê texmînkirin ku nêzîkî 8 hezar dibistan hewcedarî çaksazkirinê ne.





