Laziqîye-SANA
Di operasyoneke ewlekarîyê ya taybet de li gundê Be’bedê li navçeya Ceblê ya bi ser Laziqîyê ve, Hêzên Ewlekarîya Hundirîn ên devera Ceblê, tawanbar Zulfîqar Mehmûd Dîb, ku endamekî şûnmayên rejîma berê ye, girt.
Wezareta Hundirîn bi rêya kenala xwe ya li ser Telegramê, zelal kir ku lêpirsînên destpêkê nîşan didin ku navborî di êrîşên terorîstî yên ku xalên artêşê û Ewlekarîya Hundirîn li herêma Peravê di 6ê Adara borî de kiribûn armanc, beşdar bûye. Her wiha hat dîyarkirin ku wî di tawanên sivkatîya bi cenazeyên şehîdên ku di wan êrîşan de canê xwe ji dest dabûn jî cih girtiye.