Laziqîye-SANA
Wezareta Hundirîn ragihand ku Rêveberîya Ewlekarîya Navxweyî li devera Ceblê, kesê bi navê Basil Îsa Elî Cemahîrî girt, ku endamekî şaneya tawanbar a bi navê “Seraya El-Cewad” a girêdayî tawanbar Suheyl El-Hesen e.

Wezaretê dîyar kir ku girtî di dema lêpirsînê de li veşartina çek û cebilxaneyên ku şaneyê ji bo armancgirtina xalên Ewlekarîya Hundirîn û Artêşa Sûrîyê bi kar dianîn mukur hat. Li ser vê yekê, tîmên pispor dest bi xebatê kirin û dest danîn ser çek û cebilxaneyên curbecur. Piştre girtî radestî dezgehên peywendîdar hat kirin da ku rêkarên qanûnî li dijî wî bêne bicîanîn.


