Laziqîye-SANA
Parêzgarê Laziqîyê Mihemed Osman tekez kir ku rewşa ewlehîyê vêga li parêzgehê aram e, piştî ku pevçûnên li hinek deveran qewimîbûn hatin kontrolkirin û hêzên ewlekarîyê bi belavkirina dewrîyeyên zêdetir hatin xurtkirin.
Osman bal kişand ser wê yekê ku Serok Ehmed El-Şeri’ di hevdîtinên vê dawîyê de rasterast guhdarîya daxwazên xelkê Peravê kir, û ev yek bû sedema bandoreke erênî li cem welatîyan, bi taybetî piştî ku dest bi cîbicîkirina hinek ji wan daxwazan hat kirin.
Parêzgarê Laziqîyê di dawîyê de piştrast kir ku dîyalog bi hemû alî û pêkhateyan re berdewam e ji bo xurtkirina aştîya navxweyî û giringîdana bi qonaxa bê ji bo avakirina Sûrîya nû ku hemû Sûrîyan di bin sîwana yekîtîya niştimanî de kom dike.
Ji dema hilweşîna rejîma berê ve, hinek komên paşmayên wê derketine ku veguhertina sîyasî û sazûmanî ya heyî red dikin. Van koman berê xwe daye navtêdan û banga xwenîşandanan di bin sloganên perçekirinê û xerabkirina mal û milkên giştî de.