Laziqîye-SANA
3 kesan jîyana xwe ji dest da û 60 kesên din birîndar bûn, piştî ku bermayîyên rejîma borî (fulûl) êrîşî hêzên ewlekarîyê û sivîlan kirin di dema xwenîşandanên ku îro li bajarê Laziqîyê pêk hatin.
Nûçegihanên SANAyê dîyar kirin ku hêzên ewlekarîyê li qadên Zirae û Ezherî yên bajarê Laziqîyê û li bajarê Cebleyê belav bûne ji destpêka xwenîşandanan ve, di çarçoveya tedbîrên dabînkirina ewlehîya beşdaran û parastina xwenîşandanan.
Hêzên Ewlekarîya Hundirîn karîn aramî û ewlehîyê dîsa vegerînin, piştî ku li qadan û kolanên sereke yên parêzgehê belav bûn ji bo parastina welatîyan û milkên wan.
Ji dema hilweşîna rejîma revîyayî ve, hinek komên bermayî yên pê ve girêdayî derketine ku veguhertina sîyasî û sazûmanî ya heyî red dikin. Van koman berê xwe daye handan û banga xwenîşandanan da ku kolanê ber bi tundûtûjîyê ve bikşînin, endamên hêzên ewlehî û artêşê bikin armanc û milkên giştî têk bidin bikin.