Laziqîye-SANA
Bi helkefta 74emîn salvegera Cejna Darê, Wezareta Çandinîyê sibe Pêncşemê li herêma Beyt Hilêbîye li gundewarê parêzgeha Laziqîyê, di bin dirûşma “Daristana me destanek e ku bi qurbanîdana qehremanên me hatiye nivîsandin”, şahîyeke navendî li dar dixe.
Wek beşekî ji şahîyê, kampanyayeke darçandinê heye ku tê de 5 hezar şitilên darên daristanî yên curbecur li ser rûberê 10 hektaran li herêma Beyt Hilêbîye têne çandin.
Sûrîye di Pêncşema dawî ya meha Kanûna Pêşîn a her salê de, Cejna Darê pîroz dike, di vê rojê de kampanyayên berfireh ên darçandinê têne lidarxistin da ku rûberên kesk zêde bibin û hişmendîya jîngehê pêş bikeve. Ev roj wekî helkefteke neteweyî ya salane ji bo çandina daran û parastina jîngehê tê dîtin.

