Heleb-SANA
Kompanîya Giştî ya Veguhastina Navxweyî li Helebê, tekez kir ku wê hemû karînên xwe kirine amadebaşîyê de ji bo veguhestina welatîyên ku ji ber rewşa dawî, ya piştî êrîşên HSDê li ser çend taxên bajêr, koçber bûne. Ev gav beşek ji pabendbûna wê bi erkê wê yê niştimanî û mirovî ye, ji bo dabînkirina tevgereke ewle û hêsan bo welatîyên ku di van mercên awarte de zîyan gihaye wan.
Ofîsa Ragihandinê ya Kompanîyê di daxuyanîyekê de li ser Telegramê, dîyar kir ku tevaya otobusên wê bi hemû şîyanên xwe yên berdest dixebitin, da ku xelkê ji deverên zîyan dîtine ber bi navendên hêwirîna demkî ve bibe.