Şam-SANA
Zanîngeha Sûrîyê ya Xwndina Iftîradî (Virtual), heyama tomarkirina elektronîk ji bo pêvajoya mufadeleya werza xwendinê ya payîza 2025an (F25) di hemû bernameyên lîsansê, peymangehên teknîkî, bernameyên masterê û dîplomaya amadekarîya perwerdeyê de, heta roja Yekşema bê dirêj kir. Her wiha roja herî dawî ji bo diravdanê roja Duşema bê destnîşan kir.
Zanîngehê di daxuyanîyekê de ku li ser rûpela xwe ya fermî weşandiye, dîyar kir ku tomarkirin pêkan e ji bo xwendekarên xwedî bawernameyên dibistana bilind yên ne-sûrî (ereb û bîyanî), yên ku ji wezaretên ji bilî Wezareta Perwerdeyê hatine dayîn û yên taybet bi derçûyên Navenda Niştimanî ya Cîyawazan.
Zanîngehê destnîşan kir ku hemû xwendekar, di nav de ereb û bîyanî yên ku xwedî lîsansên zanîngehê yên ne-sûrî ne, dikarin bi rêya vê lînkê navên xwe tomar bikin.
Her wiha zanîngehê bang li xwendekarên ku dixwazin zanyarîyan derbarê rêkarên tomarkirinê de bistînin kir ku serdana vê lînkê bikin.