Şam-SANA
Rêveberîya Ragihandin û Têkilîyan a Wezareta Berevanîyê ragihand ku Fermandarîya Artêşa Erebî ya Sûrîyê fermanek derxistiye ji bo rawestandina armancgirtina çavkanîyên agirberdana Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li Helebê. Ev biryar piştî bêbandorkirina hejmarek ji wan çavkanîyan û bertengkirina qada pevçûnan ji bo dûrxistina şer ji xelkê sivîl hat girtin.
Rêveberîya Ragihandin û Têkilîyan a Wezareta Berevanîyê ji SANAyê re dîyar kir ku: Artêşa Erebî ya Sûrîyê îro li hember berpirsyarîyên xwe yên di parastina gel de sekinî û tu tevgerek ji bo guhertina xetên kontrolê nekir û tenê bersiva çavkanîyên agirberdanê da.
Hêjayî gotinê ye ku îro çend taxên bajarê Helebê rûbirûyî êrîşên HSDê bi topên hawanê, moşekavêj û çekên giran bûn. Di encama van êrîşan de du sivîlan jîyana xwe ji dest da û 15 kesên din birîndar bûn. Hêzên Ewlehîya Hundirîn jî xebitîn ku sivîlan ji herêmên şer derxin û ewlehîya wan dabîn bikin.