Quneytera-SANA
Hêzên dagîrkerîya Îsraîlî îro derbasî gundên Bîr Ecem û Berîqeya Kevin ên li gundewarê başûrê Quneytirayê, û devera di navbera gundên Me’rîya û Abidîn ên li gundewarê rojavayê Derayê de bûn.
Nûçegihanê SANAyê li Quneytirayê ragihand ku hêzeke dagîrkerîyê ya ji du otomobîlên “Hilux” û wesayîteke leşkerî ya “Hummer” pêk dihat, derbasî Bîr Ecem bû û gihîşt gundê Berîqeya Kevin.
Her weha hêzên dagîrker bombeyên dûmanê avêtin yekîneyeke leşkerî ya valakirî ku bi navê “Serîyeya El-Hûr” li rojhilatê gundê Berîqayê tê naskirin, bêyî ku ti zîyanên canî yan madî werin tomarkirin.
Serokê Şaredarîya Abidîn û Me’rîyayê Miwefeq Mehmûd, di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re got: “Hêzên dagîrker berbangê derbasî navbera her du gundan bûn û li devera El-Meqsem xaleke kontrolê ya demkî ava kirin, ku ev jî bû sedema nerehetîyekê di nav xelkê de û sînordarkirina tevgera çûnûhatinê”.
Îsraîl bi êrîşên li ser başûrê Sûrîyê û li ser welatîyan bi rêya serdegirtinan, koçberkirina kotek, wêrankirina avahîyan û xirakirina erdên çandinîyê, sîyaseta dijminayetî û binpêkirinên Peymana Veqetandinê ya sala 1974an, didomîne.
Sûrîyê berdewam daxwaza vekişîna dagîrkerîya Îsraîlî ji axa Sûrîyê dike, û tekez dike ku hemû tedbîrên ku wê li başûrê Sûrîyê girtine, bê qîmet in û li gorî yasaya navnetewî ti bandoreke yasayî çênakin, û bang li civaka navnetewî dike ku berpirsyarîyên xwe bigire û rê li ber kiryarên dagîrkerîyê bigire û wê neçar bike ku bi tevahî ji başûrê Sûrîyê vekişe û vegere Peymana Veqetandinê ya sala 1974an.