Hims-SANA
Duh êvarî li hola dêra Mar Ilyas li bajarokê Feyrûze yê li gundewarê Himsê yê rojhilat, êvareke Zayînê (Mîlada Mesîh) ya taybet hat lidarxistin. Ev çalakî bi amadebûna metranên Himsê yên Suryanên Ortodoks û Suryanên Katolîk û bi beşdarîya hejmarek ji xelkê û kesên têkildar bi rê ve çû.
Metranê Bîskopîya Hims, Hema û Tertûsê ya Suryanên Ortodoks, Mar Tîmotiyaos Meta El-Xûrî, ji SANAyê re dîyar kir ku bajarokê Feyrûze di Cejna Mîladê ya pîroz de di nav atmosfereke şahî û aştîyê de dijî. Her wiha hêvîya xwe anî ziman ku aştî û aramî li seranserî Sûrîyê belav bibe.
Ev êvar di çarçoveya çalakîyên Zayîna Îsa de tê ku li parêzgeha Himsê pêk tên, bi mebesta vejandina kevneşopîyên olî û çandî û xurtkirina nirxên şahî, hezkirin û aştîyê di navbera hemû endamên civakê de.







