Laziqîye-SANA
Gundê Kefirdelbe li gundewarê Laziqîyê kurteya çarde salên têkoşîn û azarê ye. Ew gundê yekemîn bû li Çîyayê Kurdan (Cebel El-Ekrad) ku rastî koçberîya tevahî hat, berî ku bibe xeta parastinê ya pêşîn û keleha berxwedanê. Îro bi vegera daniştvanên xwe re, rûpeleke nû ya hêvîyê vedike.
Semîr Şamdîn, fermandarê berê yê enîya Kefirdelbeyê ji SANAyê re dîyar kir ku gund di destpêka şoreşê de armanca yekem a topbarana rejîma têkçûyî bû, ku ev yek bû sedema valakirina gund ji rûniştvanan bi temamî.
Ji hêla xwe ve, muxtarê gund Nadir Miho tekez kir ku Kefirdelbe ji ber topbarana dijwar û bermîlên teqîner gundê yekem bû li herêmê ku hat valakirin û şênîyên wî koçber bûn, û pesnê berxwedana wê ya “efsaneyî” da.
Gundê Kefirdelbe yê ser bi navçeya Slinfe li devera Hefê ye û 50 kîlometreyan dûrî bajarê Laziqîyê ye. Gund 930 metreyan ji asta deryayê bilind e, bilindahîya keleha wê ya dîrokî jî digihe 1028 metreyan.




