Hema-SANA
Kompanîya Giştî ya Ristin û Tevnê li Herêma Navîn ji Sûrîyê, wek despêk, zîyana şewata ku roja pêncşema borî li yek ji depoyên kargeha rîsên pembo ya Hemayê çêbûbû, nêzîkî 100 hezar dolarî texmîn kir, ku bi saya destwerdana bilez, nêzîkî %70 ji kelûpelên di depoyê de hat rizgarkirin.
Rêveberê Giştî yê Kompanîyê Îmad Elî, eşkere kir ku şewat di depoya hejmar (2) ya li ser rêya Himisê, saet di 20:30ê êvarî de çêbû, nêrevanên nobedar yekser hewara xwe gihandine tîmên agirvemirandinê yên Berevanîya Sivîl ku ew jî zû hatin û bi erkê xwe rabûn.
Elî da zanîn ku rîsên pembo di depoyê de hebûn, lewma vemirandina agir zehmet bû ji ber zûşewitîna pembo û pêdivîya bi demên dirêj ji bo sarkirinê. Lê belê, bi saya keda karkeran û tîmên agairvemirandinê, qebareyeke zêde ji rîsan hatin derxistin berîya agir bigihîje wan û bi vî rengî zirar kêm kirin.
Her wiha hat gotin ku şewat nêzîkî çar saetan berdewam kir heta ku hat kontrolkirin, û heta niha sedemên wê şewatê ne dîyar in, lê texmîna birûska elektrîkê hatiye dûrxistin. Rêveber destnîşan kir ku polîsan dest bi lêpirsînê kiriye û ji bo dîyarkirina hejmara dawîn a zîyanê, xebatên jimartina hûrbîn berdewam in.