SANA – Taybet
Di çarçoveya kampanyaya niştimanî ya bi navê “Heleb Dayika Hemûyan e”, bazirgan û rîspîyên bajarê Efrînê bi 250 hezar dolarên Amerîkî beşdar bûn.
Ev pere dê bi taybetî ji bo nûjenkirin û ronîkirina kolanên bajarê Efrînê xasma kolanên sereke û taxan werin xerckirin.
Beşdarên vê destpêşxerîyê tekez kirin ku ev beşdarî nîşana hevgirtina civakî û berpirsyarîya wan a li hember bajêr e, da ku rûyê şaristanî yê Efrînê nû bikin.