Quneytira-SANA
Koma “Sûrîyên ligel Filistînê” û xelkê parêzgeha Quneytirayê, mangirtineke nerazîbûnê li bajarê Selamê li dar xist, ji bo şermezarkirina êrîşên berdewam ên Îsraîla dagirker li dijî sivîlan û mal û milkên wan.
Beşdaran dîyar kir ku kiryarên dagirkeran binpêkirin e ji Peymana Veqetandina Hêzan a sala 1974an re, û careke din daxwaza Sûrîyê anîn ziman û gotin ku divê dagirker ji tevaya başûrê Sûrîyê vekişin û civaka navdewletî xwe bide ber berpirsyarîyên xwe.

