Şam-SANA
Wezareta Dadê ya Sûrîyê careke din bang li wan welatîyan kir ku dosye, belge û agahîyên dîjîtal ên aîdî dewletê û sazî û dezgehên wê li cem wan hene, nemaze yên têkildarî dosyeya girtîyan û çarenivîsa wan, ku bi awayekî xwebexş radestî Wezaretê yan jî parêzerên giştî yên li parêzgehan bikin.
Wezaretê dîyar kir ku weşandina van daneyan gefê li selametî û dirustîya belgeyên ku ji bo pêkanîna dadperwerîya veguhêz pêwîst in dixwe. Her wisa hişyarî da ku radestnekirina van belgeyan an berdewamkirina weşandina wan, tawanek e ku zirarê dide ewlehîya dewletê.
Wezareta Dadê ya Sûrîyê di 5ê Kanûna Duyem a borî de giştînameya hejmar 29 derxistibû, û tê de bang li her kesê ku belge yan agahîyên wiha li cem wan hene kiribû, ku bi awayekî xwebexş radestî Wezaretê yan jî parêzerên giştî yên li parêzgehan bikin.