Şam – SANA
Alîyên peywendîdar 33 tabloyên dîrokî yên bi nivîsa mîxî yên vedigerin Hezarsalîya Duyemîn Berî Zayînê, radestî Rêveberîya Giştî ya Şûnwaran kirin, ku ev yek zengînkirineke hêja ye ji bo dîroka kevnar a Sûrîyê.
Rêveberîya Şûnwaran, dîyar kir ku ev tabloyên mîxî agahîyên girîng ên civakî û aborî yên wê serdemê dîyar dikin, û lêkolînên zanistî li ser şaristanîyên kevnar dewlemend dikin.
Rêveberî dê wan tabloyên navborî li gorî standardên navneteweyî têxe bernameyên taybet ên parastin û çaksazkirinê, ji bo garantîkirina hiştina wan ji nifşên paşerojê re.