Şam – SANA
Rêveberîya Konsulgerîyê li Wezareta Karên Derve û Koçberan ragihand ku Konsulxaneya Sûrîyê li Stenbolê di mehên Çirîya Pêşîn û Çirîya Paşîn ên îsal (2025) de, 26,152 miamele encam dane.
Rêveberê Rêveberîya Konsulgerîyê li Wezaretê Mihemed Yaqûb El-Umer ji SANAyê re tekez kir ku ev destkeft encamên plana pêşxistinê ya berfireh ku wezaretê di nava salê de bi cih anîye, nîşan dide.
El-Umer dîyar kir ku qebareya kar a ku meh bi meh zêde dibe, bawerîya revenda Sûrîyê û karîna xebatê ya mezinbûyî ya konsulxaneyê nîşan dide, da zanîn jî ku konsulxaneyê di wan her du mehan de karîbû 8,907 pasaportên asayî û 1,562 pasaportên lezgîn derxe.
Hewldanên Wezareta Karên Derve û Koçberan li hemberî revendên Sûrîyê yên li derveyî welêt berdewam in, her wiha pêşxistina xizmetguzarîyên konsulgerîyê û hêsankirina rêkarên rêwîtîyê, wekalet û miameleyên fermî û bazirganî, bi awayekî ku xizmetkirina welatîyan bi kalîteyeke bilind û li gorî pîvanên herî baş misoger bike.