Hims-SANA
Welatîyên bajarokê Rible yê gundewarê Himsê, îro êvarî 3ê heyva Kanûna Pêşîn, Dara Noelê li meydana Dêra Mar Elias ya Rûmên Melekî yên Katolîk ronî kirin, ku hevdem bû bi ronîkirina Şikefta Pîroz û vegotina lavijan, û vejandina Cejna Berbaraya Pîroz bi rêya belavkirin genimê kelandî wek sembola xêr û bereketê.
Di çalakîya ku bi kêf û şahî bi rê ve çû, gelek welatî beşdar bûn û çalakîyên civakî û çandî jî pêk hatin, zarok û ciwanan jî lavij û sirûdên olî digotin.
Rêzdar Luqa El-Xerbî, Keşeyê Civatê, dîyar kir ku ronîkirina darê kevneşopîyeke salane ye, ku îsal hevdem e bi bîranîna rizgarkirinê û destpêkirina Sûrîya Nû re. Ji alîyê xwe ve, Cabir Mensûr, endamê Rêveberîya Karûbarên Sîyasî, tekez kir ku beşdarbûna berfireh yekîtîya Sûrîyan bi hemî alîyên wan ve nîşan dide, û peyameke zelal hildigire ku “Sûrî yek e û ya tevaya Sûrîyan e”.

Zekerîya Feyyad, Serokê Encumena Bajarok, hêvî kir ku Cejna Noelê bibe destpêka aştîyê ji bo Sûrîyê, û spasîya Hêzên Ewlekarîya Hundirîn kir bo dabînkirina aramîyê.




