Heleb – SANA
Serok Ehmed El-Şeri’, ji bo beşdarbûna di pîrozbahîyên salvegera rizgarkirina bajêr de, gihişt Keleha Helebê.
Serok El-Şeri’ di gotina xwe de wiha got:
- “Di kêlîyên wekî vê de, saetên destpêkê yên ketina bajarê Helebê bûn, ku me li ser sûrên wê gelek tişt winda kirin, gel ji bo wê fedakarî kir, û lehîyên xwînê herikîn heta ku em gihîştin vê rewşa îro.
- Di kêlîyên wekî vê de, hestên me dihatin livandin dema ku me kêlî bi kêlî ketina lehengan bo bajarê Helebê dişopand, ji bo rizgarkirina şênîyên wê ji rejîma hilweşîyayî.

- Di kêlîyên wekî vê de, Heleb ji nû ve ji dayik bû, û bi jidayikbûna wê re Sûrîye bi temamî ji dayik bû. Di kêlîyên wekî vê de, bi rêya Heleb û Keleha wê ya serbilind, dîrokeke nû ji bo tevahîya Sûrîyê dihat nivîsandin.
- Ji sûrên Helebê me dît ku Şam hatiye rizgarkirin, û ji sûrên vê Kelehê me mucahid li dilê Şamê dîtin. Heleb ji bo me derîyê ketina tevahîya Sûrîyê bû. Piştî ku qeyda Helebê hat şikandin, zindan hatin rizgarkirin û ken vegerîya ser rûyê zarokên Sûrîyê.
- Piştî ku Heleb hat rizgarkirin, bi vegera Sûrîyê bo hembêza wê, hêvî bo tevahîya umetê vegerîya. Îro, ne tenê pîrozbahîya Helebê ye, lê sernavê dîrokeke nû ye ku ji bo tevahîya Sûrîyê û hemû herêmê tê xêzkirin.
- Heleb hat rizgarkirin û rêyeke dirêj li pêşîya me vebû ji bo avakirin û avedankirina wê. Avedankirina Helebê beşekî tekûz û pêwîst e di avakirina Sûrîyê de.

- Heleb minareya aborîyê, minareya avedanî, avakirin û geşbûnê ye.
- Gelî şênîyên Helebê, em bi rizgarkirina Helebê ranawestin, lê karwan ji kêlîya yekem a rizgarkirina wê ve dest bi meşê kiriye, û em dê hemû bi hev re bi hemû hewldanên xwe ji bo avakirina Sûrîya nû kar bikin.”
Tê nûkirin…











