Gundewarê Şamê – SANA
Di encama êrîşa Îsraîlê ya berbanga îro li ser herêma Beyt Cinê li gundewarê Şamê, wek hejmareke destpêkî, 10 kes şehîd ketine û bi dehan birîndar bûne.
Di daxuyanîyekê de ji SANAyê re, Rêveberê Tenduristîyê yê Gundewarê Şamê, Dr. Tewfîq Îsmaîl Hesaba, da zanîn ku şeş şehîd ji bo Nexweşxaneya Muwasat a Şamê hatine veguhestin, û çar şehîd, ji ber zehmetîya gihîştina wan di demjimêrên destpêkê yên piştî êrîşa Îsraîlê de, li zevîyeke Beyt Cinê hatine veşartin.

Dr. Hesaba got ku 11 birîndar ji bo Nexweşxaneya Muwasat û sê jî ji bo Nexweşxaneya Qetena li gundewarê Şamê hatine veguhestin, rewşa hinan ji wan metirsîdar e û pêdivîya wan bi emelîyatên neştergerîyê heye. Her wiha destnîşan kir ku Sîstema Ambûlansê ya Gundewarê Şamê, bi hevkarîya Berevanîya Sivîl a Sûrîyê, bi awayekî lezgîn kesên ku hewcedarîya wan bi nexweşxaneyê tunebû, derman kirine.
Hêjayî gotinê ye ku hêzên Îsraîla dagirker, îro berbanga sibehê, êrîş birine ser bajarokê Beyt Cinê li gundewarê Şamê, di encamê de hejmarek kes şehîd û birîndar bûne, piştî ku hêzeke leşkerî ya Îsraîlê derbasî bajêr bû û berî ku vekişin sê kes girtin.
Li hember vê kiryarê, niştecihên bajêr li dijî hêzên dagirker ên Îsraîlê, yên ku gelek gulle barandin, derketin, di heman demê de gelek balafirên Îsraîlê li asîmanê deverê difirîyan, û gelek ji xelkên deverê derbiderî bajarokên derdorê bûn.







