Şam-SANA
Rêveberîya Perwerdeya Şamê ragihand ku ew dê sibe roja pêncşemê, 27ê Mijdarê, dest bi belavkirina bawernameyên lîsê yên hemî şaxan (zanistî, wêjeyî, olî û pîşeyî) bo xwendekarên xwendina azad bike, û heta 4ê Kanûna Pêşîn berdewam bike.
Di daxuyanîyekê de ku îro hat weşandin û nusxeyek jê gihîşt SANAyê, Rêveberîyê got ku belavkirin dê ji bilî înan, rojane ji saet 9:00ê sibê heta 1:30ê piştî nîvro be. Da xuyakirin jî ku belgeyên pêwîst bo wergeritina bawernameyê “hejmara tomarkirinê û nasname ye”
Rêveberîyê navendên belavkirinê yên li herêma Mezzê (Durêka Îskan) wiha destnîşan kirin:
Şaxê Zanistî (kur): Navenda Rêveberîya Ezmûnan.
Şaxê Zanistî (keç): Dibistana Nehla Zêdan.
Şaxê Wêjeyî (kur): Enstîtuya Amadekirina Mamosteyan (berê Dibistana Memsûr bû).
Şaxê Wêjeyî (keç): Dibistana Osman bin Effan.
Pîşeyî û Olî: Navenda Rêveberîya Ezmûnan – Qata Duyem.
Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Perwerdeyê ya Sûrîyê bawernameyên giştî (Seretayî, Lîse, Pîşeyî û Olî) ji bo sala xwendinê ya 2025an bi dîzayneke nû, hûrbîn û nûjen çap kiriye ku têkeve berjewendîya xwendekaran û alîyên fermî.