Şam – SANA
Îro serê sibê di êrîşeke xedar a Hêzên Sûrîya Demuqrat (HSD)ê de li ser çeperên artêşa Sûrîyê li devera Meʼdanê ya gundewarê Reqayê, du leşkerên Artêşa Sûrîyê şehîd ketin û hejmareke din jî birîndar bûn. Artêşê bersiva jêderên wê gulebaranê da û hêzên êrîşkar paşve vegerandin.
Ofîsa Medya û Peywendîyan ya Wezareta Berevanîyê ji SANAyê re got: “HSDê piştî nîvê şevê êrîşî çeperên Artêşa Sûrîyê li devera Meʼdanê ya gundewarê Reqayê kir, piştî topbaraneke giran bi çekên cûrbecûr, û dest danî ser hejmarek cihan, di encamê de du leşker şehîd ketin û hejmareke din jî birîndar bûn.”
Ofîsa Ragihandinê weha jî got: “Hêzên me bersiva çavkanîyên gulebaranê dan û dest bi êrîşekê dijberî hêzên ku ew êrîş pêk anîne kirin, careke din dest danîn ser deverên ku wan hêzan kontrol kiribûn û êrîşker jê derxistinʺ.
Ofîsa Ragihandin û Peywendîyan ya Wezareta Berevanîyê, HSDê perpirsyar dît di ber vê êrîşa xedar de ku mirov dikare bêje ku rojane êrîşên weha li dijî çeperên Artêşa Sûrîyê tên pêkanîn.