Laziqîyê-SANA
Bajarê Werzîşê li Laziqîyê mêvandarîya ezmûnên performansê yên Yaneya Real Oviedo ya Spanyayê di çarçoveya bernameya Akademîya “Quark” de ya ji bo pêşxistina arezûmendan li Sûrîyê kir.
Rêveberê Cîbcîkar ê akademîyê Xavi Hidalgo, da xuyakirin ku Sûrîye hatiye hilbijartin ji ber ku ew xwedî lîstikvanên futbolê yên jêhatî ye û destnîşan kir ku ev xebat berî sê mehan, pêşî li Şamê û dûvre jî li Laziqîyê dest pê kiriye, bi armanca avakirina navendên perwerdeyê û pêşxistina kesên jêhatî.
Rahêneran pesnê coşa lîstikvanên Sûrî û têgihîştina wan a bilez ji rêbaza Spanyayê re dan, û tekez kirin ku ev destpêşxerî asoyên nû ji bo pîşekarîyê li dervî welat vedike û hebûna futbola Sûrî li ser asta navneteweyî xurt dike.


