Îro sibehê hêzeke artêşa Dagîrker a Îsraîlê derbasî gundê Me’rîye li devera Hewzeya Yermûkê li rojavayê Derayê bû.
Peyamnêrê SANAyê ragihand ku sê wesayîtên leşkerî hinekî li nav zevîyên gund pêşde çûn û piştî demeke kurt vekişîyan.
Çavkanîyeke herêmî dîyar kir ku hêzên dagîrker derdora sînorê başûr-rojava kontrol kirine, ev jî bû sedem ku tirs bikeve nav xelkê.
Her weha, ev yekem derbasbûna deverê ye di van çend mehan de ku tê de car caran Îsraîlê peymana veqetandinê ya sala 1974an binpê kiriye.