Dêrezor-SANA
Du xort ji ber birînên xwe yên ku bi guleyên hêzên HSDê ve berî pênc rojan di dema serdegirtina li ser malên wan li bajarokê Xeranîc li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê hatibû birîndarkirin, jîyana xwe ji dest dan.
Çavkanîyeke herêmî dîyar kir ku endamên HSDê di dema serdegirtinê de, gule li her du xortên bi navê Mihemed Mihêdî El-Reşîd El-Hiweyiş û Elî El-Necim El-Hiweyiş barandin, di encamê de ew birîndar bûn û tevî pênc xizmên xwe û jineke ku piştre hat berdan, hatibûn girtin.
Heman çavkanîyê got: Îro sibehê, HSDê cenazeyên her du ciwanan radestî malbatên wan kirin, bêyî ku wan berê agahdar bikin, ev yek jî nîşan dide ku ew di kêlîya girtinê de şehîd ketine.