Heleb-SANA
Îro kampanyeke bi navê ʺEfrîn Hêja yeʺ ya ji bo çandina daran li herêma Efrînê, li gundewarê Helebê yê bakur, bi hevkarîya xelkê û rêveberîya herêmê dest pê kir. Di her du hefteyên pêşî de, wê kortik bêne kolan.
Armanc ji vê kampanyayê ew e ku 20000 darên serwê ku ji daristana Gola Meydankê dest pê dike, bên çandin. Wezareta Rewşên Awarte û Rêveberîya Karesatan û ya Çandinîyê li Helebê, beşdarîyê di vê çalakîyê de dikin.


