Hims- SANA
Jêdereke ewlekarîyê -piştî ku şivanekî ew agahdar kirine- ji Himsê ragihand ku hejmarek gorên komel li gundê Ebû Hekfeya Bakur hatine dîtin û termên 16 kesên nenas di wan de ne.

Berpirsê Rêbendan li Devera Muxerrem, Mustefa Mihemed, da xuyakirin ku tîmên berpirsyar, ên ku Berevanîya Sivîl û Tiba Dadwerî jî di nav wan de ne, rêşûnên ku tên xwestin dişopînin ji bo naskirina nasnameya qurbanîyan.
Pizîşkê dadwerî Ehmed El-Xelîl destnîşan kir ku koma yekem a terman ji laşê zilamekî, keçek û zarokekî pêk dihat û xuya ye ku berî deh salan mirine.







