Reqa-SANA
HSD kampanyayeke leşkerîya bizorê li dijî xwendekarên amûjgahên perwerdehîyê li parêzgeha Reqayê da destpêkirin û hejmareke mezin ji wan ber bi leşkerîyê ve kişandin.
Hindek çavkanîyên herêmî îro ji peyamnêra SANAyê re got ku: “Kampanyaya leşkerîya bizorê peymangehên ku bernameya perwerdehîya hikûmeta Sûrîyeyê bi kar tînin jî ji xwe re kirine armanc, ku ew jî peymangeha El-Xelîl, Zûn, El-Fecir, û El-Teyba ne.
Çavkanîyan destnîşan kir ku di çarçoveya kampanyaya leşkerîya neçar de, bêhtirî 75 xwendekar ji bajarê Tebqayê, digel bêhtirî 50 xwendekarên din ji bajarê El-Ne’îm, ji bilî hejmareke mezin ji bajarê Reqayê, ber bi leşkerîyê ve hatin kişandin.